Girîşayê Memê ji nav me koç kir -///=> ANP
Girîşayê Memê ji nav me koç kir
2010-11-13  
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd yê nav û deng Girîşayê Memê, yê ku bi salan Rêveberya Giştî ya rojnameya Riya Teze kir, ji nav me koç kir û çû ser dilovaniya xwe. (Grishayê Memê, 28 Adar 1948 - 11 Çiriya Paşin 2010)
Girîşayê Memê ji nav me koç kir
Ararat News – Publishing (ANP), 13 Mijdar, Gulcan Bahtiyar-Amed - Nivîskar û rewşenbîrê Kurd yê nav û deng Girîşayê Memê, yê ku bi salan Rêveberya Giştî ya rojnameya Riya Teze kir, ji nav me koç kir û çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya AK Newsê, Rêveberê Giştî yê rojnameya Riya Teze ya ku dike li Ermenistanê 80 sale bê navber bi Kurdî weşanê dike, nivîskar û rewşenbîr Girîşayê Memê, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Girişayê Memê di 10ê Adara 1948an de, li gundê Emrê teze ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li Saxkahovistê dixwîne. Piştre, di sala 1967an de li Êrîvanê fakulteya Rojhilatnasiyê beşa Tirkî qezenç dike. Destpêkê di sala 1974an de di rojnameya Riya Teze de wekî tercûman xebat dike. Girîşayê Memê piştî xebateke dûr û dirêj di sala 2006’an dibe berpirsyarê rojnameya Riya Teze û bi giştî xebata edîtorê ew dike.
Ligel xebatên rojnamevaniyê, dibe endamê Şêwra Kurdên Ermenistanê ku di gulana 2000an de hat damezradin…
Girîşayê Memê çawa kariye xwe di dilê gelê Kurde bide heskirin heman demê di nav cıvata gelê Ermeniyan de jî hatiye hes kirin û rêz girtin. Girîşayê Memê di dîroka çapemeniya Kurd de gellek xizmetên bi rumet çêkirî ye. Her çiqas ew îro di nav milleta Kurd de nebe jî, berhemên wî, ji bo me zindî ne.  
Cenazeyê Girîşayê Memê, dê di 14ê mijdarê de, bibin Rûsyayê û li kêleka Krasnadarê Naboskê defin bikin.
Stêrkek, ji asimanê cîhanê ket. Rumetek bêhempa wenda bû. Mirovek ji bo maf û çanda gelê xwe, jiyana xwe feda kiriye bê dem çu. Serê gelê Kurd sax be.
 


Print


.
2015-01-24 - 04 :34    WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir
2008-06-27 - 01 :42    Dewletên Kurd di dema Îslamê da
2008-04-27 - 00 :38    Diroka Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Welat



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic