Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê -///=> ANP
Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-16  
Sala 1960 , li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê, deriyê sînemê li derdora 500 zarokî hate girtin û agir bi çar aliyên wê ket... bi dehan zarokan bê çare, xwe sipartin agirekî bê wijdan û bûn zarokên şewatê...
Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
Helim Yusiv *
Di roja Yekşemê de, 13.11.1960 , li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê (bakurê Sûriyê), deriyê sînemê li derdora 500 zarokî hate girtin û agir bi çar aliyên wê ket. Ji nav wan, hinek zarok nîvşewitî û hinek jî bi temamî ji agir rizgar bûn, lê bi dehên zarokan bê çare, xwe sipartin agirekî bê wijdan û bûn zarokên şewatê. Kesek nizane bê hejmara zarokên şewitî gihişte çendan. Lê hejmar di navbera 200 û 300 zarokî de diçe û tê. Mele Ehmedê Namî, di pirtûka xwe ya bi navê „Agirê sînema Amûdê“ de dibêje ku hejmara zarokên şewitî gihişte 283 zarokî.
Rewşa Amûdê û ya Sûriyê wê salê:
Sala 1960 yek ji salên yekîtiya Sûriyê û Misrê ye. Wê gavê, di bin serokatiya Cemal Ebdulnasir de her du welat bibûn yek. Vê yekîtiyê ji 1958 an hetanî 1961 dirêjkir. Desthilatdariya her du dewletên yebûyî, li hember Kurdan, xwedî siyaseteke şovenîst û xerab bû. Amûdê jî bi dîroka xwe ya kurdewar bi nav û deng bû.
Ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê ku wê gavê li dijî Firensiyan lidarbû, berpirsiyarên dibistanên Amûdê hemû zarokên dibistanan mecbûrî çûna sînemê kirin. Sedem ew bû, ku weku alîkarî ji şoreşa Erebên Cezayirê re bê şandin.
Salona sînemê li Amûdê têra 300 zarokî nedikir, lê wan dora 500 zarokî wê êvarê xistibûn hundirê sînema ku dîwarên wê ji perde, çewal û textikan bû. Navê filim „Tawanbariya nîvê şevê“bû. Di dema temaşekirina filim de, ji nişkê ve, agir bi çar aliyên dîwarên sînemê ve hilperikî û bi hewildana derketina zarokan re, derî li wan hate girtin û bi vî awayî zarotiya wan bû xwarina şewateke dijwar û kujer.
Mihemedê Seîd Axa
Ji nav kesên ku bi qehremaniya xwe deng dan Mihemedê Seîd Axayê deqorî bû, ku yazde zarok ji nav agir rizgar kirin û bi hewildana rizgarkirina zarokê duwazdan re, banê deriyê sînemê yê sincirî bi ser de hate xwarê û ew jî, mîna zarokekî ji wan zarokên bê talih, di bin êgir de ma û şewitî. Bi rê de xelkê jê re digot; Kurê te ne di nav êgir de ye. Wî li wan vegerand; Ev hemû zarokên min in. Û heta nefesa dawî zarokek li pey yê din ji nav lepên wê dojeha xedar dûr xistin. Ev lehengiya wî ew kire mijara stranên gelêrî û pesindana xelkên Amûdê heta roja me ya îro.
Dîrok bû du perçe
Xelkên Amûdê, bi awayekî, mîna ku dîrokeke naskirî be, behsa vî agirî dikin. Li şûna ku salê yan jî demê binav bikin, dibêjin; berî şewata sînema Amûdê û piştî şewatê.Desthilatdariya Sûriyê neda pey sedemên cidî yên vê şewatê. çend kesên bê guneh, mîna xwediyê sînemê û kesine din girtin û dûre hatin berdan û weke ku tiştek neqewimî be, heta niha desthilatdarî tevdigere. Vê xemsariya dewletê hinekî din guman li derûdora wê zêde kirin. Hinekan ev şewitandin mîna tolhildanekê ji xelkên Amûdê nirxandin ku herdem li hember desthilatdaran serhildêr bûn. Hinekan jî ev bûyer weku pilaneke dijminane ku bi mebest hatiye kirin nirxandin.
Di dîroka kurdên Rojava (Sûriyê) de vê bûyera trajedî, bi her awayî şûna xwe di rih, giyan û hişmendiya xelkên deverê de, hişt. Dilên sedên dayikan bi wî agirî re, yê ku gewdeyên zarokên wan dabûn ber xwe , şewitîn. Yên mayî jî, heta niha, şewatê şûn û şopa xwe li ser beden, gewde û giyanên wan hiştine. Hem navê Amûdê, ma û ma „Amûda şewitî“, hem, jî zarokên wê bûn zarokên wê şewatê û her û her di nav rivîna wî agirî de û di nav toz û dûmana wê şewatê de mezin bûn.
Ez jî yek ji wan zarokên şewata Amûdê me.
*Helim Yusiv niviskar û edebiyatçiyê Kurd li rojavayê Kurdistanê ye.
..................................................................................
ÇAWA NAVÊ AMÛDÊ BÛ  "AMÛDA ŞEWITÎ" ?
                                                                                                                                Jina heftserî / Kurteçîroka Helîm Yûsiv
Wê êvara sar, ji wê zivistana sar, gava bavê min mîna birûskê kete derî û bi ser diya min de qîriya :
- Ew te çi dîsa li ser êgir ji bîr kiriye keçê?
Min go qey wê aniha filmekî din ji filmên tirsê yên bavê min dest pê bike, weke cara din, diya min kortik danî bûn ser agir û bi cîrana me re ketibû axavtinê. Bav ê min î birçî wê rojê mal serobinoyî hev kiribû. Lê vê êvarê diya min jî behetî ma bû û bi hevre, ber bi tifika vemirî û papora xerabe de, bazdan. Diya min ber bi min ve hat:
- Ev bêhna sewatê ji ku tê lawo?
Bê yi ko ez bifikirim min destê xwe ber bi aliyê ko ba jê tê de vekir û min got:
- Ha ... ji wî alî tê.
Hîn pirsa diya min di devê wê de bû gava cîranên me jî ketin derî û heman pirs dikirin. Hemûyan bi hevre bazdan ber bi aliyê ko ba jê dihat ... Ba yê mirinê bû! Li Amûdê, mala me dûrî navenda bajêr bû. Dema ko tevde çûn û ez tenê di nav wê resayiyê de hiştim, her kesî xwe li cihê qerebalix û bêhnê girtibû û bazdida. Ji ber ko ez biçûk bûm, ne min wêrîbû ez derkevim, ne jî min wêrîbû serê xwe di derî re derxim nav tarîbûna wê çola reş ya ko mala me di nav de hatibû çandin. Wê kêlîkê min tirs naskir.
Diranên min li hev diketin. Ez giriyam. Ez ji dengê xwe tirsiyam ko here kesekî, cin be, diz be, an reşkê şevê bê min birevîne an bikuje. Mîna jojiyekî xwe qalikxîne min xwe di quncikeke oda bavê xwe de xistibû bin mitêlê. Ji nişkve derî vebû û serê jineke çavzer û porgij kete hundur, pêre Lingek jî. Piştre seriyekî din û yekî din û yekî din.. Jineke cilreş, çavtirsiyayî û reqsok, rûqermiçî û sar bi her çar çavên xwe ez dixwarim. Dengê dilê min dihate guhê min. Min nema karîbû bikra hewar. Zimanê min di devê min de şikestî bû. Bêhneke seyr ji aliyê çepê yê sînga min dihat. Bavê min hate bîra min. Naxwe bêhna şewatê ji dilê min dihat û min berê wan da aliyê ko ba jê dihat. Ji cezayê ko bavê min bide min ez tirsiyam, lê gelo wê sax bighên ser min? Gava min xwest ez dilê xwe vekim, çarde dest dirêjî devê min bûn û pêre heft serî. Lê berî ko bighên min, fîzînî bi lingên wê ket û mîna bablîsokekê li hev geriya û bi xûşîniyeke lezok çû û cihê xwe da bêdengiyê. Tirsê bayê wê şevê sartir dikir. Pêre dûmaneke sar dihat, bêhneke sar, ezmanek sar, erdeke sar û berî hemî dilekî sar, tenê û qefilî. Wê êvarê heta bi mala me hatibû guhertin. Xaniyekî cemidî, kelpîçên wî ji xemgîniyeke kor hatibûn çêkirin. Xemgînî û koranî ji dêvla herrî û kayê ve. Beştên wî ji êşeke lal û pencere ji agirekî kerr ko hewara tu Xwedayî ne dibihîst gava ko bi xezeb dil dişewitandin.
Wê şevê dê û bavê min dereng vegeriyan mal. Hindik mabû rih ji min biçûya gava ko diya min bilez kete derî, ez di hembêza xwe de veşartim û giriya:
-Qey çi bûye, yadê?
- Na lawo, tiştek ne bûye.
Ez hîn bi tirs bûm ko bêje bêhna şewatê ji sînga min derkeve, lê diya min li diyayeke di bû:
- Naxwe hûn çima wilo dereng man? Û tu... ditirsî?
- Tirs?! Na lawo, na! Tenê vê êvarê jineke xerîb, cilreş, porgij û heftserî hatibû Amûdê.
Peyvên diya min ez behetî hiştim. Naxwe her tişt li ser vê jinika ko ez qutifandim dizane. Min jî da dû û min dîsa pirsî.
- Navê jinikê çi ye, yadê? Berî niha jî hatibû Amûdê û wê dîsa bê, yan na?
- Erê, lawo. Berî bîst û sê salan carake din hatibû vir. Ev cara diduwan bû. Xwedê me ji ya sisiyan bistirîne, lawo.
Gava min dît ko diya min naxwaze zêde bibêje, min xwest ez tenê navê wê nas bikim:
- Yadê, pirsa dawî. Navê wê jinikê çi bû?
- Navê wê "şewatê" bû, lawo. Îro şewat hat navê xwe da Amûdê û çû.
Ji wê rojê heta îro navê vî bajarê ko Xwedê ew ji zû de di nav konikê pîrêpîrê de jibîrkiriye maye Amûda şewitî. Ramanên min ên tevlihev ez mîna qazî mazî teqlomeqlo dikirim. Naxwe ev agirê kevn yê di sîngê de vêketî ko rojê deh caran vî dilî dişewitîne mirov dikare çi navê lê bike, gelo? Hîn pirsa min li ser zimanê min bû, piştî çel û yek salî careke din pêjna wê jinika çavzer, porgij, cilreş, rûqermiçî û heftserî dihat. Min çavên xwe li dora xwe gerandin.. Ne bav, ne dê, ne xwişk, ne heval, ne dost, ne kes û ne kûs. Tenê ez û ew jinika rûqermiçî, porgij, heftserî û qerase . Dinya reş û vala bû... Me li çavên hev dinerî...


Print


.
2015-01-24 - 04 :34    WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir
2008-06-27 - 01 :42    Dewletên Kurd di dema Îslamê da
2008-04-27 - 00 :38    Diroka Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Welat



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic