Dîktatorek diçe yek tê -///=> ANP
Dîktatorek diçe yek tê
2011-02-08  
Rêveberê Giştî yê Dezgehê Aras û Ajansa Nûçeyan a Kurdistanê (AKnews) e Bedran Hebîb Ehmed : Cudahî navbera Zeyn el-Abîdîn û Husnî Mûbarek de, ê yekem dizekî tirsonek bû ji destpêka êrişê de reviya, lê ê duyem dîktatorekî serhişk e …
Dîktatorek diçe yek tê
Bedran Hebîb Ehmed*
Cudahî navbera Zeyn el-Abîdîn û Husnî Mûbarek de, ê yekem dizekî tirsonek bû ji destpêka êrişê de reviya, lê ê duyem dîktatorekî serhişk e. Gelê Misrê zêdetirî 10 roj in li kolanan kom bûye, lê ew qet xwe nalivîne. Lê ti rê li ber wî ji bilî revê nînin. Serdema şoreşan dest pê kir û ji xuya vê serdemê ye ku serok berî sîsteman diguherin. Mûbarek dibêje ku ji ber peroşa wî li ser welêt ew Misrê bernade, “eger wî berda dê hengame belav bibe û Îxwan Mislimîn dê desthilatê werbigire”. Çi binaseya vê gotinê nîne. Îxwan desthilatê wernagirin çunku gelek tevgerên siyasî yên din jî hene û ta eger wan wergirt li wan pîroz be, mafê desthilatê ji yên dengan werbigiriye û kesê serokatiya Misrê werbigire dê ne bextewer be, çunku dibe sed sal ji Misrê re gerek be ta gelê xwe ji birçîbûnê xelas bike.
Berî ku partî desthilatê werbigire, bi her tiştî razî nabe û dibêje eger ez di desthilatê de bûma min ê wiha bikira û wiha bikira, lê dema bigihe desthilatê em ê bibînin çawa çi tiştî bi cî nahîne û dê çawa ji ber sozên xwe bireve. Eger Îxwan bigihin desthilatê belkî hîn kêşeya bêkariyê aloztir bikin, wek mînak gelek misrî jiyar û abora xwe bi geştyariyê dikin, lê desthilata Îslamî dê vê kertê teng bikin û belkî hîn ji bînî ve bigrin, çunku geştyarî rûtî, muzîk û sema û serxweşî ye. Çi tiştek ji van bi prensîpên îxwanan re nagunce û çi ezmûneke îslamî nîne ku tevgereke îslamî sîstemeke wekheviyê bi cih anîne ku xizan û dewlemend tê de wek hev bin.
Bêguman Îxwan nikarin pêwendiyan bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) re bibirin û ne jî peymana bi Îsraîlê re hilweşînin û aloziyekê pê re derxin. Wê yekê nekin ne ji ber tiştekî tenê ji ber sedema aborî, DYA salane milyarek û nîv dolar hevkarî bo Misrê dibexşîne, zêdebarî hin alîkariyên din. Bi saya peymana bi Îsraîlê re jî Misr parekê kêm ji bûdceyê li ser artêşê xerc dike. Hejmara artêşa Misrê tenê nîv milyon e, eger Îxwanan girjî bi Îsraîlê re gur kirin divê hejmara artêşê jî zêde bike û di encamê de parekê mezin ji bûdceyê li ser xerc bike ew jî tê wateya zêdekirina xizan û xizaniyê.
Eger em ji çawa li bardoxê temaşe bikin, em ê bibînin ku Îxwan gihiştin desthilatê li Misrê dê rewş xerabtir bibe û bêtir bi paş de biçe. Tê zanîn ku Îxwanan çi bernameya wan ya aborî û siyasî nîne ji bo paşeroja Misrê û rizgarkirina Misrê ji alozî û kêşeyên heyî û derhênana wê ji birçîbûnê. Û ez dibînim tenê serpêç û nimêj dê li Misrê zêde bibe, ev diyardeyên han jî çi kesî têr nake, lê berevajî dê birçîbûnê zêde bike.
Tevgera Îxwan el-Mislimîn li Misrê sala 1928ê hatiye damezrandin, ji wê dêmê de ew dixebitin ta ku bigihin desthilatê. Desthilat jî li Misrê ji wê demê de wan diçewsîne û ti carî fersendeke wiha bi dest wan neketiye ku bigihin desthilatê ta ku berhema şoreşa Misrê werbigirin. Ev jî berpirsiyeke mezin e ku bi dest hilbijartin û dengdanê desthilatê werbigirin û ji bo wê jî gelek xwîn hatiye rijandin, eger bikeve ser milê kê berpirsiyeke mezin û dîrokî ye. Divê Îxwan bigihin desthilatê ta rastiya wan aşkere bibe, di derbarê birêvebirina welêt de Şukrî Fezlî dibêje, “Karekî hêja ye, hizr û bîreke fireh dixwaze û bi dûa û nimêjê pêk nahê.”
Gotina Mûbarek ku ew dest ji kursiya desthilatê bernade ji ber peroş û miqateya wî li ser welêt û ji tirsa gihiştina Îxwanan bo desthilatê, gotinên vala û bê wate ne. De bila bihêle û biçe, wê demê dê kavilan ji wan re bihêle ku çi sûdê jê wernagirin. Yên paş wî bihên halê wan dê ne ji wî baştir be, lê belkî hîn xerabtir. Eger hûn rastiyê dixwazin ez bilez im bo çûna Mûbarek û bileztir im bo gihiştina Îxwanan bo desthilatê. Ez bi tirs im ku rê û şêwazên demokratîk hatina Îxwanan hinekî dereng bihêlin, lê tika dikim ku bi lez bigihin desthilatê. Evên han tenê bi rêya desthilatê rastiya wan kifş dibe. Bêguman bi baweriya min ew dê sîstema dîktator dubare bikin û bi tundî û tûjiya berê. Sebaret gelê misrî yê belengaz jî birçîbûn dê dubare bibe. Dîktatorek diçe yekî din dê ev qedera gelên Rojhilata Navîn e careke din xwe dubare dike.
Bêyî şoreşeke di bîr û hizrê de ku ji hinav û kûrahiya vî gelî derkeve û berev jiyaneke mirovane biçe, dê guhartinên serok û sîsteman tenê rûwalet û struktur bimîne û çi tiştekî din nahê guhartin. Mixabin xwîna ku dirije û rondikên ku ji çavan tên xwarê bi hêviya jiyaneke hêjatir, nabin egera pêkanîna wê jiyanê.
*Bedran Hebîb Ehmed Rêveberê Giştî yê Dezgehê Aras û Ajansa Nûçeyan a Kurdistanê (AKnews) e.


Print


.
2015-01-24 - 04 :34    WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir
2008-06-27 - 01 :42    Dewletên Kurd di dema Îslamê da
2008-04-27 - 00 :38    Diroka Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Welat



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic