Jiyan û xebata Mehmed Uzun -///=> ANP
Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-10-15  
Nivîskar û lêkolinvan Mîrhem Yigit bi munasebeta salvegera wefata Mehmed Uzun jiyan û xebata Memo nivisi : 'Mihemed ji nav me barkir û çû, belê li pey xwe şopek diyar û barek berhem jî hişt , mala wî ava, cihê wî buhuşt be'.
Jiyan û xebata Mehmed Uzun
Mîrhem Yigit –  14.10.2011 - Min Mehmet Uzun ji sala hate Siwêd û vir de nas dikir, heta berî ji ber nexweşiya xwe here welat jî têkiliyên me hebûn.
Cara ewil li Stokholmê di civîneke AKSA (Komela Xwendevanên Kurdistan li Derveyî Welat ) de me hev dît, sal 1977 bû û Mihemed jî nû hatibû Siwêdê.
Piştre di wê navê re sal buhurîn, ez vegeriyam welat û sala 1985 an li Sûrî em li hev rast hatin, ji bo romanekê ku piştî 10 salan bi navê “Bîra Qederê” çap bû, hatibû Şamê, dixwest xanima qehremanê romanê Celadet, Rewşen Bedirxan bibîne.
Me bi hev re xanima hêja ziyaret kir û di nav çend rojan de me têkiliyên berî bi 8 salan binû vekirin.
Mihemedê vê carê ne ew Mihemedê 77 an bû ku taze ji welat derketibû Ewropa û bi temamî angajeyê siyasetê bû, meyl û bala wî bi awayekî xwiya dageriya bû aliyê wêje û lêkolîneriya akademîk.
Dawiya 1985 an ku cardî piştî 6 salan vegeriyam Swêdê, êdî me hev zêdetir didît. Hevdîtinên me çend caran li mal li ba min û bi piranî jî li Kafeterya Drotningsgatan çêdibûn ku tê zanin çendî Mihemed hez ji rûniştina li vir dikir ku sêpla nivîskar û entelektuelên Stokholmê pir pê diket.
Êdî rewşa siyasî li Kurdistan jî têra xwe hatibû guhertin. Di hinek meselên siyasî de cihê fikriya me hebe jî nedibû sebeb ku em hev nebînin, em li hev nepirsin û dema derfet û keys çêdibû sohbetên siyasî û wêjeyî nekin.
Bahweriya me ew bû ku ev hevdîtin û sohbet bi dilê me herduwan bûn, ji bo me dibûn faktorên, hevdewlemendkirin hevbitoleranstirkirin û hevhandayînê.
Salên nav 1993 û 2000 an çend caran di semînerên YRWK (Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistan) de em hatin ba hev, carekê jî li ser Celadet Bedirxan, bû yek ji semînerdarên semînera YRWK ku ji aliyê me dihate birêvebirin.
Berî 2000 î carekê jî li ser daxwaza wî, min li ser romana wî “ Bîra Qederê”, di şevekê de ku ji aliyê pismamê Wî Ismet Uzun hatibû organîzekirin û em çend kes tê de beşdar bûn axaftinek kir ku piştre di hinek kovar de bela bû û hate weşandin. 
Ev nirxandin gelekî ecibandibû û carna hinek bi henekî û hinekî jî cidî dipirsî ka çima bi temamî ez xwe nadim karên wêjeyî.
Sala 2001 ê dewletê ji ber hinek berhemên Mihemed ku hatin qedexe kirin û ew dane dadgehê, li Lokala Yekîtiya Nivîskarên Swêd ji bo piştgiriya Mihemed, civînek çêbû ku li ser daxwaza wî, ez bi xwe jî tê de amade bûm.
Di civînê de kesên mina endama Akademiya Swêd Kerstin Ekman, qîza xelatgirê nobelê nivîskarê Siwêdî Eyvind Johnson ku navê wê di bîra min de nemaye û Mihemed em bi hev dan naskirin û gelek nivîskarên din amade bûbûn.
Piştre ne bi gelekî ku ji bo xebatên Radyoya Dengê Mezepotamya çûm Brukselê, li Radyo bi firehî me ev bûyer kir nûçe û bi telefonê Mihemed beşdarî programê Radyo kir, li ser qedexeyîya berhemên wî li Tirkiye û dadgeha li dar, dîtinên wî girtin.
Berî nexweş bikeve û bi temamî vegere welat jî çend caran hat Brukselê, hat televizyonê, her cara dihat jî me hev didît. Ji xwe berî wê jî di merasima şandina cenazeya Mahmut Baksî de em hatibûn ba hev.
Ji bo jiyana Mehmet Uzun (min tim jê re Mihemed digot), berhemdarî û nivîskariya wî, nîqaşên li der û dora romanên wî pir tiştên mirov bêje hene.
Naskirina min bi tenê bi vî aliyê li jor min behs kir ne bisînorkirî ye. Min roman û berhemên Mihemed jî baş dixwendin û taqîb dikirin. Hayê min ji jiyan û nivîskariya wî ne hindik e. Agehdariya min têra xwe fireh e ku bi aliyekî xwe tecrûbeyî û bi yê din jî kitêbî ye.
Bi gotineke pir giştî û di nav gel de tê bikaranîn, “erebî bazar” tu bigre, mirov dikare jiyan û nivîskariya Mihemed bi xetên stûr, di du qonaxan de kategorize bike.
Tê zanîn, Mihemed jî mina giş romanivîsên me yên ewil, navdar û xwedîşop, ji nav siyasetê hatiye.
Romanivîsê ewil Erebê Şemo, nivîskarê romana Pêşmerge Rehîmê Qazî, yê romana Jana Gel û bi dehan şair, çîroknivîs û romanivîsên berî û Piştî Mihemed, di nav siyasetê de çavên xwe vekirine, ji nav siyasetê ketine rê, têkiliya wan bi pênûsê re çêbûye û di zemanê xwe de gelek ji wan jî ne bi tenê siyasî, belê milîtanên siyasî bûne , ev bi giranî wiha ye.
Yê ji ber xebatên xwe yên li ser alfebê helî kêm siyasî tê naskirin Celadet Bedirxan bi xwe jî, berî Kovara Hawarê derxe, ji bo wêje û xebatên akademîk xwe bi dilekî bike, heta bi qirikê di nav siyasetê, hewlên lidarxistina raperînên çekdarî û çalakkirina Xoybûnê de ye.
Di hevpeyvînekê de ku kengî û li ku bûye ne di bîra min de ye ji Mihemed dipirsin, tu nebûya romanivîs tu dê bibûya çi, bersiva wî kurt û kin e :
Ez dê bûbûma milîtanekî siyasî.
Mirov dikare ji bo salên Mihemed yên di nav salên 1972-1985 an de salên milîtantiya siyasî bêje .
Di van 10-12 salên di nav siyaseta aktîv de; zîndana Amedê (1972), civîn, meş, pilatform û mitîngên salên nav 73-76 li Enqera, zîndana Mamakê (1976), berpirsiyariya Kovara Rizgarî , hefteyên firariyê, derbaskirina sînor û daketina binxetê, derketina Swêdê (1977), çûna Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, naskirina Dr. Rehman Qasimlo, Şêx Izedîn Huseynî, Mam Celal û bi dehan siyasetmedarên kevin (1979), bi Şerefxan Cizîrî û Eşref Okumuş re derxistina Kovara Rizgariya Kurdistan li Stokholmê (1983) û hwd. binav bike.
Romana “Tu” (1985) dibe dawiya peryoda siyaseta aktîv û destpêka derbasbûna aliyê wêjeyî.
Salên 86, 87, 88…. di Kovara Kurdistan Press de, dibin salên têkiliyeke xwurt bi wêjevan û bi dehan nivîskarên kurd re ku di vî şaxî de xwedîgotin in.
Çendî sal derbas dibin xwebidilekîkirina Mihemed ji bo edebiyatê serdestir û diyartir dibe û di mêzêna di nav edebiyat û siyasetê de fera edebiyatê girantir dibe.
Romana Mihemed, romana ewil ”Tu”, di nav kurdên li Stockholmê de dibe dabaş û li xalên di rojeva siyasiyên penaber de dibe mijûlahî û beniştekî nav diranan.
Nîqaş ne kûr in, sererû û vêl in, dûr in ji prensîp û pîvanên wêjeyî. Aliyên şexsî, hêrs û dexsî, hinek zikreşî û hwd. ardû û enerjiya nîqaşan in.
Mehmet Uzun piştî di nav re gelek sal dubhurin, van nîqaşan bibîr tîne û çendî bandêreke neyênî li ser moral û psîkolojiya wî kirine, behs dike.
Lê ew bi biryar e, xistiye serê xwe û dê kevirê nû di ber xwe re bernede. Du sal tê re nabhurin romana ”Mirina Kalekî Rind” (1987) dide çapê.
Salên piştretir Uzun, romanên ”Siya Evînê (1989), ”Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” (1991), wek du xelekên nû li zincîra romanên xwe zêde dike.
Ev sal, salên nav 1985 û 1990 î bi aliyekî xwe jî ji bo Mihemed dibin salên xweceribandinê, xwelimêzênêkirinê û salên naskirina hêza romanivîskariya xwe .
Ji 90 î û pêde êdî Mehmet Uzun bixwe bahwer e, li xwe ewle û jixwe piştrast e, zêde serê xwe mîna berî bi 5-6 salan bi gotin û paşgotiniyên vî alî û aliyên din naêşîne, naxe paçên xwe û di bin simbêlan re dikene bi wan.
Ew têra xwe hoste û mentehiyê karê xwe ye, hayê wî ji wêjeya cîhanê, wêjeya Swêd û bi klasîk û nûyên xwe, ji dîroka wêjeya kurdî di asteke baş de heye.
Sala 1992 an lêkolîna bi navê ” Destpêka Edebiyata Kurdî” çap dike, bi dû de sala piştretir gotarên xwe ku di rojname û medya kurdî de hatine weşandin di pirtûkeke bi navê ”Hêz û Bedewiya Pênûsê” de pêşkêşî xwendevanan dike.
Ev sal heta tu bêjî bes bêrdar û produktiv in, berhemdariya Uzun ji awira reng, babet û şaxên nû de dewlemendtir dibe. Êdî formên din yên wêjeyî diceribîne. Destana ”Mirina Egîtekî” dinîvisîne (1993).
Destan li ser gerîlayê ARGK Ferît Uzun e ku piştre hunermendê me î hêja Ciwan Haco dike stran û beste di CD yekê de.
Kaniya nivîskariya wî der bûye, xwurt e, bê westan û rawestan diherike, 1995 an di du cild antolojî de dibe lehî.
Heman salê romana ”Bîra Qederê”, romana li ser jiyana Celadet Bedirxan ku di romanivîsandina Uzun de qonaxek e dikeve destên xwendevanan.
Salên nav 98-99 an yek ji wan romanên li Instîtûya Kurdî Li Stockholmê me nîqaşkirin jî ev romana Uzun ”Bîra Qederê” bû.
Sala 1995 an ji awireke din jî di dîroka lêkolîneriya Mehmet Uzun de xwedîcîh û şop e. Di vê salê de Uzun bi navê ” Världen i Sverige-Cîhan li Siwêdê” antolojiyeke nivîskarên biyanî li Siwêdê ji pirtûkxaneyên Siwêdê re dike xelat.
Ew êdî nivîskarekî navneteweyî û çendzimanî ye, romanên wî tercûmeyî hejmarek ziman bûne; ji Swêd, ji Tirkiye û Kurdan (Instîtûta Kurdî li Elmanya) hejmarek xelat girtine, li binê deklerasyonên rewşenbîrî ji bo aştiyê di tenişta îmzeyên romanivîsên xelatgir wek Gunter Gras û Hwd.de îmzeya wî jî heye.
Ber bi salên dawiya jiyana xwe de, çûn û hatina wî ya Tirkiye û welat jî zêde dibe, dikeve konferansan, panel, semîner û sempozyûman û berhemên xwe bi Kurdî û Tirkî ji xwendevanan re îmze dike.
Mehmet Uzun di temenekî de ku hê 54 salî bû, di demekê de ku berhemdariya wî geş û gur bû, di nav wî û xwendevanên kurd û ji gel û welatên din de hevnasîn, aşnayî û hogiriyek ketibû rê, serê xwe danî, ji nav me bar kir.
Ji nav me barkir û çû, belê li pey xwe şopek diyar û barek berhem jî hişt , mala wî ava, cihê wî buhuşt be. Romana ewil di sîhûdusaliya xwe de nivîsand û di pêncîçarsaliya xwe de li ser romana Erich Auerbach kar dikir, heyf bû temenê wî têr nekir.


Print


.
2015-01-24 - 04 :34    WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir
2008-06-27 - 01 :42    Dewletên Kurd di dema Îslamê da
2008-04-27 - 00 :38    Diroka Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Welat



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic