Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov -///=> ANP
Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-11-08  
Eskerê Boyîk, jiyana Mêrxasê Yekîtîya Sovyet, Semendê Elî Sîabendov nivisi : Ewledê gelê kurd, şervanê efseneyî, Serhingê Ordîya Sor Semendê Elî Sîabendov, bi biryara serokatîya dewleta Yekîtîya Sovyetê, hêjayî navê mêrxasiya Yekîtîya Sovyetê bû.
Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
Nivîskar û ronakbirên Kurdê Ermenistanê, Eskerê Boyîk jiyana Mêrxasê Yekîtîya Sovyet, Semendê Elî Sîabendov nivisi : Ewledê gelê Kurd, şervanê efseneyî, Serhingê Ordîya Sor Semendê Elî Sîabendov, bi biryara serokatîya dewleta Yekîtîya Sovyetê, hêjayî navê mêrxasiya Yekîtîya Sovyetê bû.
Mêrxasê Yekîtîya Sovyet, sîyasetmedar, helbestvan û nivîskar Semendê Elî Sîabendov sala 1909an li gundê Hesencano, qeza Qersê, di maleke kurdên êzdî da hatîye dinê. Wê demê ew herêm dikete nav hidûdên dewleta Ûris.
Hela zarok bûye, dest bi şerê cihanê yê pêşin dibe. Ew herêm dibe qada şerê osmanîyan, ûrisan, tevgera ermenîyan. Ziyaneke pir mezin digihîje kurdên wê navçê yên êzdî. Malbeta wan jî tevî hemû êzdîyan mal, milk û hebûna xwe dihêlin, bi undayên mezin Ava reş derbaz dibin, direvine Ermenîstanê, gundekî êla Elegezê: Sengerê, li bal qewmên xwe bi cî dibin.
Şorişa Oktobirê dawî li deshilata Împêratorîya Rûsîyayê tînê. Leşkerên ûris herêmê dihêlin û vedigerine welatê xwe. Roma Reş bi leşkerekî giran dikeve wê navçê. Deshilatdarîya ermenîyan nikare herêmê bi qewata xwe xweyke. Ordîya tirkan tevî hêzên hemîdîyan tên digihîjin heta gundên êzdîyan yên pala çiyayê Elegezê. Gelek êzdî qir dikin. Halê xelkê çiqas diçe dijwar dibe. Ji şêr, xelayê, nexweşîyan, bêqanûnîyê qira evdan tê. Tenê pey qeydê Soyetê ra rewş aram dibe. Diçin bajarê Tilbîsê. Semendê biçûk li wir demekê paletîyê dike, di wê mekteba şevê da dixûne, ku bona zarokên kurdan yên sêwî û bêxwedî vekiribûn.
Sala 1928an bi pêşnîyarkirina Erebê Şemo, komek gencên kurd dişînine bajarê Lênîngradê xwendinê. Semend jî di nav wan da bûye. Dû xwendinê ra vedigere gundê xwe — Sengerê. Wê demê kadrên xwendî di nav kurdan da pir kêm bune. Berê di dibistana gund da dersdarîyê dike, paşê tê hilbijartin wek Sêkrêtarê pêşin yê Partîa Komûnîstîyê li navçeya Elegezê û parlamêntarê Parlamêntoya Komara Ermenistanê. Di wan salan da di welatê Sovyetê da hukumdarî tev di destê Partîa Komûnîstan da bû. 

Sala 1941ê wî wek xebatkarê partîayê yê payebilind, sêkrêtarê yekê dişînin bajarê Moskvayê bona di kûrsên sîyasî-partîyê da bixûne.
Wira jî dibihê, ku şer dest pê bûye, Almanîya Faşîstîyê hicûmî ser Yekîtîya Sovyetê kirîye, gund û bajaran dişewitîne û bi lez pêşda tê. Hema ji wir jî, wî wek qumandarê sîyasî dişînine pêşenîya şêr.
Ji roja pêşin heta dawîya wî şerê xezeb, ew bi alaya xwe va bi mêranî, di nav êgir, mirin û xûnê, di şertên zor û zehmet ra derbaz dibe. Tevî şerên bona rizgarkirina Moskow, azakirin û ji dijmin paqijkirina bajarên Rûsîyayê — Tûlaye, qezayên Kalûgayê û Biryanskê, komara Bêlorûsîyayê, dewleta Polonîyayê dibe, digihîje Rojava Pirûsya Almanîyayê. Di wan şeran da gelek caran birîndar dibe, dikeve nexweşxanên leşkerî, ji pey qencbûnê ra dîsa vedigere pêşenîya şêr.
Ji bo efatîyê, jêhatinê, mêranîyê, culetîyê, şureta serleşkerîyê û emekê wîyî şexsî di serketina opêrasyonên dijî dijmin da Semend Sîabendov du caran hêjayî ordênên Ala Sor dibe, lê sala 1944an ordêna Sûvorov ya dereca dudan didinê, li meha sibatê eynî salê hêjayî ordêna Şêr ya dereca yekê dibe…
Nav û dengê şervanê kurdî efat li welêt bela dibe. Çendek nakeve navberê, 24 adarê sala 1945 an, duh meh berî serketinê, bi biryara serokatîya dewleta Yekîtîya Sovyetê ewledê gelê kurd, şervanê efseneyî, serhingê Ordîya Sor Semendê Elî Sîabendov hêjayî navê mêrxasê Yekîtîya Sovyetê dibe, ku li welêt xelata herî bilind bû.
Eva ne tenê ji bo şexsê wî, lê ji bo bi dehan hezaran kurdên wî welatî nav û rûmeteke mezin bû.
Şedên wan salan digotin, ku di axlêva sala 1945an da behsa wê bûyera kêfxweşîyê digihîje xelkê navçeya Elegezê… Dibêjin serokê navçeya wan yê berê — Semend Sîabendov hêjayî navê Mêrxasê Yekîtîya Sovyetê bûye. Li gundê wî — Sengerê, li ber derê mala bavê wî şayînetîyeke mezin çê dikin. Xelkên kurd û ermenî yên wê navçeyê û yên dorê dicivin, ji serokatîya komarê, leşkerên payebilind ji Rewanê tên, şayînetîke mezin çê dibe û nameya rûmetê-şêkirdarîyê ya serokatîya ordîya Sovyetê, ku li ser navê bavê mêrxas hatibû şandin, li wir dixûnin.
Ew name belgekî dîrokî ye. Tê da derheqa mêrxasî, efatî û emekê lawê kurd di şerê dijî dijmin da tê gotin. Name bi van xetan dawî dibe:
„…Razîbûn û sipasîyên mezin ji we ra, Sîabendê Elî, ku we ewledekî hêjayî Mêrxasê welatê me mezin û perwerde kirîye. Em ji we ra sehet û qewat û jîyana bextewar dixwezin".
Pey şêr ra ew dîsa vedigere Ermenistanê. Birînên şêr kûr bûn. Mal tunebû, ku ziyan nedîtibû. Gund û bajar xirav bûbûn. Dijwerî çiqas bêjî hebûn.
Semend Sîabendov pêşîyê di Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Ermenistanê da dixebite, paşê dîsa tê bijartin wek Sêkrêtarê pêşin yê navçeya Elegezê, ku piranîya gundên wê gundên kurdan bûn. Pirsgirêkên aborî, civakî, kûltûrî, sosyalî li navçeyê pir bûn. Serokê navçeyê ji bo xweşkirina halê xelkê her tiştî dike.
Ew sala 1950î li paytextê welatê Sovyetê — Moskow Mekteba Partîyê ya here bilind xilaz dike.
Ji sala 1952an ew li wezîreta hukumata Ermenîstanê derbazî ser kar dibe, berê wek cîgirê wezîr, paşê serokê beşa kadroyan…
Û usa heta dawîya jîyana xwe.
Sala 1989an, di heyştê neh salîya xwe da diçe ber dilovanîya Xwedê.
Sîabendov pêşewitekî gelê xwe bû. Guhê wî tim li ser jîyana komarê ya kurdewarîyê bû, herdem tevî hatin-çûyîn, eyd-erefatên gelê xwe dibû.
Sala 1960î bi veçêkirin û hazirkirina wî destana „Sîabend û Xecê„ hate weşandin, ku sala 1962an bi ermenî jî hate wergerandin û weşandin.
Destana wî ya bi navê „Jîyana Bextewar" sala 1966an bi kurdî û wergera ermenî jî sala 1969an hate weşandin. Destan hewaskar e. Nivîskar di destanê da behsa jîyana xwe dike.
***
Derheqa mêranîya Mêrxasê Yekîtîya Sovyetê Semendê Elî Sîabendov da gelek stiran hatibûn hûnandin û li Ermenistanê dihatin stiran.
Emê ji wan stiranan yekê raberî guhdarîya we bikin: (Çevkanî: FOLKLORA KURMANCÎYÊ, bi hazirkirina Hecîyê Cindî; Rewan, sala 1957an, rûyê 291ê).
SEMENDÊ SÎABEND
Mêrxasê Tifaqa Sovyetê
Tu kela mêran î, mêrxaso!
Şerekê çê bû li Gomêlê bilindcîyan,
Eskerê kafirê Hîtlêr êvar da dikişe ser eskerê me bi du-sê cîyan,
Semendê Sîabend sond xwerîye bi sonda temam,
Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr,
Nav û dengê wî wê belabe nav koma neyaran.
Tu kela mêran î, efato!
Şerekê çê bû çemê Gomêlê wa bi çîl e,
Avtomata bavê Tîtal di êvar da wîle-wîl e,
Semendê Sîabend sond xwerîye bi sonda temam,
Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr, derbazke Bêrlînê,
Wê qirke-qirke, yên dinê wê bigire dîle.
Tu kela mêran î, xweşmêro!
Şerekê çêbû li çemê Gomêlê dev zinaran,
Sibe ye, wê da tê dengê bavê Tîtal, nalîna van faşîstan,
Semendê Sîabend sond xwerîye bi sonda temam,
Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr, derbazke ji Bêrlînê,
Nav û dengê wî wê bela be li nav gund û şeheran.
Tu kela mêranî, birayo!
De lêxin, birano lêxin,
De lêxin, hevalno lêxin,
Nîşanê bigrin, nîşana xwe şaş nekin,
Li orta enîya van kafiran xin,
Cendekê van faşîstan li erdê raxin,
Heyanî dergê Moskvayê-
Navê Semendê Sîabend li dine xin!
***
Bi deha hezaran kurdên welatê Sovyetê bi mêranî beşdarî şerê navbera faşîstên alman û welatê Sovyetê bûn. Di wî şerê dijwar da bi hezaran hatine kuştin, seqet bûn, mal çûne ber mîratê, jin bî man, zarok sêwî man, miraz û merem teribîn…
Gelek jî bi ordên û medalên serketinê va vegerîyan… Rojhilatzanê kurdî remetî, serokê para kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanyê yê berê ya Akadêmîya Ermensîtanê ya Zanyarî Xalit Çetoyêv lêkolîneke pir giranbiha li ser vî babetî kirîye û pirtûkeke delal bi zimanê rûsî weşandîye.
Di dîroka wî şerî da kurdan jî navê xwe nivîsîn… Lê ew dîrok bi siteyrka zêr, ya Mêrxasê Yekîtîya Sovyetê Semendê Elî Sîabendov va xemilî, ku herdem li ser pêsîra wî diçûrisî.


Print


.
2015-01-24 - 04 :34    WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir
2008-06-27 - 01 :42    Dewletên Kurd di dema Îslamê da
2008-04-27 - 00 :38    Diroka Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Welat



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic