Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir... -///=> ANP
Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14  
Serokê rêxistina Yekbûnê û têkoşerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor Mihemed Suleymanovîç Babayev di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Babayev dehan sala li nav Artêşa Sor a Sovyetê û KGB’da kar kiribu.

Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir ...

Serokê rêxistina Yekbûnê û têkoşerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor Mihemed Suleymanovîç Babayev di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Rêxistina Yekbûnê yekem rêxistina Kurd e ku li Azerbaycanê hatiye damezrandin.

Mihemed Suleymanoviç Babayev (Mihemedê Siloyê Bava) ê ku di 20’ê Cotmeha 1920’an de li gundê Ararat a Ermenistanê ji dayîk bû, di 30’yê Kanûna 2011’an de li paytexta Azerbaycan Bakûyê xatir ji vê dunê xwest û çû ser dilovaniya xwe.

Babayev ê ku ji aliyê Kurdên Sovyeta berê ve ji nêz ve tê nasîn, sertêkoşerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor bû ku Kurdistana Sor di sala 1923’yan de hatibû damezrandin û di sala 1929’an de hatibû rûxandin. Babayev û Kurdên li derdorê bi vê armancê di sala 1989’an de rêxistina ‘Yekbûn’ê di Wezareta Dadî ya Yekîtiya Sofyetan de dabû fermîkirin. Di rêziknameya Yekbûnê de armanca avakirina vê rêxistinê bi kurtasî wiha hatibû vegotin: “Ji nû ve avakirina Kurdistana Sor.” Lê belê bi sala fermîbûna Yekbûnê re, Yekîtiya Sovyetan hilweşiya û bi vî awayî ev armanca jî negihişt serî.

Babayev di sala 1946’an diçe Rojhilatê Kurdistanê û li wir bi lîderên Kurd Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî re hevdîtinan pêk tîne. Babayev ê ku di sala 1993’yan de dîsa diçe Rojhilatê Kurdistanê, piştre bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk tîne û piştre jî bi hemû derdorên siyasî yên Kurd re hevdîtinan pêk tîne.

Babayev ê ku Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed re li paytext Mahabadê gelek caran hevdîtin pêk anî û pêre xebitî, ji aliyê Kurdên Sofyeta berê ve wekî nûnerê Kurdên Yekîtiya Sovyetê hatibû hilbijartin. Babayev ê ku di sala 1993’yan de çû cem Ocalan û beşdarî hevdîtinên aştiyê bû, digot: “Êdî ez kal bûme, lingê min naleqin, lê dilê min bi PKK’yiyan re ye.”

Mihemed Babayev bîranên xwe û dîroka nêz a Kurdên Kafkasyayê di 8’ê Sibata/Reşemiya 2009’an de bi hevpeyvînekê dabu rojenemevane Kurd Rahmi Yagmur  ev hevpeyvina bi ajansa ANF’ê re parve kiribû.

http://ku.anf.bz/index.php?rupel=nuce&nuceID=25196



Print


.
2015-01-24 - 04 :34    WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya şewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir
2008-06-27 - 01 :42    Dewletên Kurd di dema Îslamê da
2008-04-27 - 00 :38    Diroka Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Welat



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic